Tirkiye: Partiyên dikarin bikevin hilbijartinan de hatin eşkere kirin

Rewşa ketina hilbijartinan a IYI Parti dihat gengeşe kirin, bi daxûyaniya YSK hate ragihandin ku, ew Partî ji dikare bikeve hilbijartinan de

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Bilind a Hilbijartinan ên Tirkiyê (YSK)  Partiyên ku dikarin bikevin hilbijartinê pêşwext di 24ê Hezîranê de eşkere kirin.

Ligor daxûyaniya Dezgeha Bilind a Hilbijartinan ên Tirkiyê: Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), Partiya Tirkiye ya Mezin (BTP), Partiya Yekîtî ya Mezin (BBP), Partiya Komarî ya Gel (CHP), Partiya Demokrat (DP), partiya Demokrasiya Gelan (HDP), Partiya Baş (IYI Parti), Partiya Saadetê (saadet Partisi), Partiya Niştimanî (Vatan Partisi), dikarin bikevin hilbijartinan de.

Rewşa ketina hilbijartinan a IYI Parti dihat gengeşe kirin, bi daxûyaniya YSK hate ragihandin ku, ew Partî ji dikare bikeve hilbijartinan de.

 

C.B