Li Reqayê 900 term di gorên bikom de hatin dîtin

Meha derbasbûyî jî goreke bikom li nav yarîgeha Reqayê hat dîtin û nêzîkî 200 termên sivîlan û hin çekdaran jî di nav de hatin dîtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Komîteya jinûavakirina Reqayê ragihand, ku ji destpêka îsal ve heya niha 900 term di gorên bikom de li bajarê Reqayê hatin dîtin.

Endamê Komîteya navhatî Ebdilreûf Ehmed diyar kir, termên ku hatine dîtin, yên kesên sivîl in, dema xwestine ji bajarê Reqa birevin, li ser destê çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Herwiha zelal kir, ku piraniya wan terman jin û zarok in û zehmet e nasnameyên wan bêne naskirin.

Di meha derbasbûyî de jî, heman komîteyê ragihand, ku goreke bikom li nav yarîgeha Reqayê hat dîtin û nêzîkî 200 termên sivîlan û hin çekdaran jî di nav de hatin dîtin.

N.O