Heşda Şeibî daxwaz dike bawerî ji Fûad Meisûm bê kişandin

"Piştî zelal bû, ku Fûad Meisûm erkên xwe yên destûrî bicî nake û bi hestekî netewî kar dike, em ji perlemanteran dixwazin baweriyê ji wî bikişînin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku serokê Iraqê pirojeyasaya budceya Iraqê red kir, îro Çarşemê 14/3/2018an, serkirdeyê Heşda Şeibî Yûsif Kilabî, daxwaza kişandina baweriyê ji serokê Iraqê Fûad Me'isûm kir û biryara wî ya redkirina pirojeyasayê, wek destdirêjî li ser hemû gelê Iraqê binav kir".

Yûsif Kilabî di daxuyaniyekê de got: "Piştî zelal bû, ku Fûad Meisûm erkên  xwe yên destûrî bicî nake û bi hestekî netewî kar dike, em ji perlemanteran dixwazin baweriyê ji wî bikişînin".

Herwiha got: "Budce milkê hemû gelê Iraqê ye û redkirina yasaya budceyê û vegerandina wê ji bo perleman, destdirêjî ye li ser hemû gelê Iraqê".

Serkirdeyê Heşda Şeibî-Yûsif Kilabî
Serkirdeyê Heşda Şeibî-Yûsif Kilabî

Roja Sêşemê 13/3/2018an, ofîsa ragihandina serokatiya Iraqê ragihand: "Serokê Iraqê biryar daye pirojeyasaya giştî ya sala 2018an ya Iraqê li perleman bê vegerandin, daku pêdaçûn û lêvegerekê jêre bike".

Di daxuyaniyê de hatiye, divê Perlemana Iraqê hûrbîniyê di pirojeyasaya budceyê de bike, bi taybet di warên destûrî û yasayî û diravî de, ji ber ku nêzîkî 31 xal têde hatine, ku destûr û yasayan binpê dikin".

N.O