Karayilan bo Suleyman Soylu : Amerîka çekek jehrîkirî nedaye Min

Murat Karayilan bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu dide û radigihîne: Amerîka çekek jehrîkirî nedaye wî.

K24- Hewlêr

Murat Karayilan bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu dide û radigihîne: Amerîka çekek jehrîkirî nedaye wî.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Murat Karayilan dibêje îdiayên Suleyman Soylu bêbingeh û ji rastiyê dûr in. Amerîka biryara kuştin û girtina wan derxistiye lê Amerîka çekek bijehr nedaye wan. Hikûmeta Tirkiyeyê rastiyan berevajî dike. Karayilan herwiha îdiayên Suleyman Soylu yên wekî PKK ferman dide HDPyê û şaredariyên HDPyê pere rêdikin bo Qendîlê derew derxist.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu berî niha gotibû Amerîka çekek jehrîkirî daye Murat Karayilanî