“Mûsil aram namîne”

Metirsiyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Suneyên Mûsilê li ser birêvebirina Mûsilê ji piştî DAIŞê hene. Her kes Mûsilê bi Iraqekî biçûk binav dike, ji ber ku hemû pêkhate û olên cuda li wî bajarî kom bûne. Mûsil ji piştî DAIŞê eger e bibe pirsgirêkeke mezin di navbera aliyên siyasî de, ji wan jî ka kî yê bibe xwediyê destê bilind li wî bajarî.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Metirsiyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û Suneyên Mûsilê li ser birêvebirina Mûsilê ji piştî DAIŞê hene. Her kes Mûsilê bi Iraqekî biçûk binav dike, ji ber ku hemû pêkhate û olên cuda li wî bajarî kom bûne. Mûsil ji piştî DAIŞê eger e bibe pirsgirêkeke mezin di navbera aliyên siyasî de, ji wan jî ka kî yê bibe xwediyê destê bilind li wî bajarî.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî operasyona Mûsilê, gelek hewl da ku rêkeftineke siyasî piştî qonaxa DAIŞê hebe, lê tenê rêkeftina leşkerî serî girt.

Di daxuyaniyekê de ji K24ê re, Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Xisro Goran ragihand, “Ji bilî me, hêzên derve û yên navxweyî cavên wan li ser Mûsilê ne. Ji ber ku egera derketina pêvçûn û alozan heye. Ewê ku rewşê aloz dike jî Heşda Şeibî ye.

Her di wê derbarê de Serokê Fraksyona YNKê li parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Bêrkotî got: “Hebûna metirsiyê li Mûsilê heye, Niha hêzên Heşda Şeibî di beşeke girîng a Şingalê de ne û tevgerê li sînorê Iraq û Sûriyê de dikin. Herwiha hebûna wan li nava Mûsilê jî heye. Pêwîst e bernameyeke girîng a Kurd ji bo Mûsilê ji piştî DAIŞê hebe.”

Sekreterê Giştî yê Kongreya Damezrandina Herêma Selahdîn Nacih Mîzan dibêje: “Pêwîs e parêzgeha Neynewa were destnîşankirin, bi mercekê ku nûneratiya tevahiya pêkhateyan bike, lê her aliyek pêwîst e wê rastiyê bizanin ku DAIŞ çekek e di destê Îranê de ye. Her demekê dikare bi asanî tevgerê li nava Iraqê bike, ew jî metirsiyeke mezin e li navçê.”