Motorek li Cindirêsê bi çekdaran ve teqiya

Ji encama teqîna motorekî mînkirî li pêşiya baregeheke Feyleq El-Şam li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve li Rojavayê Kurdistanê, 3 çekdar hatin kuştin û 7 çekdarên din birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Çavdêrgeha Sûrî ji bo mafên Mirovan ragihand, ku bi sedema teqîna motorekî mînkirî li pêşiya baregeheke Feyleq El-Şam li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve li Rojavayê Kurdistanê, 3 çekdar hatin kuştin û 7 çekdarên din birîndar bûn.

Çavdêrgeha Sûrî diyar kir, ku berî teqînê bi çend demjimêran, şer û pevçûn di navbera girûpên çekdar de qewimî bûn ji ber ku nakokî di nav wan de hebûn, li ser mal û zeviyên ku ji welatiyên deverê stendibûn.

Herwiha Çavdêrgehê tekez kir, ku di wan nakokiyan de û ji encama şer û pevçûnan di navbera wan girûpan de, 17 çekdar bûn qurbanî.

Di 20 Adara derbasbûyî de, Artêşa Tirkiyê û hin girûpên çekdar ên ser bi Opozisyona Sûryê ve, bajarê Efrînê û gundewarê wê control kirin, ji wê demê ve teqîn û şer û binpêkirina mafên mirovan, herwiha dizî û talankirina malên welatiyan berdewam in.

N.O