Kurdistan tometbarê kuştina keça 14 salî radestî Almanya kir

Angela Merkil sipasiya hêzên ewlehiya Kurdistanê kir, ji bo desteserkirina wî tometbarî û radestkirina wî ji Hikûmeta Almanya re.

K24 - Navenda Nûçeyan

Beşar Elî ku tometbar e bi kuştina keçeke Almanî, ji aliyê wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê ve, bi riya firîngeha Hewlêrê ji bo Hikûmeta Almanya hat radestkirin.

Li gorî zanyariyan, di dawiya meha derbasbûyî de, Beşar Elî destdirêjiya sêksî li ser keçeke Almanî kiriye ku bi xwe jî hevala wî bû û piştî destdirêjiyê li nav daristanekê ew keç kuştiye.

Piştî wê bûyerê, Elî ji Almanya direve û bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê xwe vedişêre.

Li ser wê mijarê, rêvebirê polîsê parêzgeha Dihokê lîwa Tariq Ehmed, ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Almanî bifermî pêwendî bi wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê re kir û daxwaz kir, ku ew tometbar radestî wan bê kirin.

Lîwa Tariq got: Ew "Tawanbar" li taxekê ji taxên bajarê Zaxo hat desteserkirin û li pêşya dadwer li tawana xwe mikur hat, ku bi mebesta wergirtin mafê penaberiyê çûbû Almanya û berî niha akinciyê Zaxo bû.

Ji aliyê xwe ve şêwirmeda Almanî Angela Merkil, sipasiya hêzên ewlehiya Kurdistanê kir, ji bo desteserkirina wî tometbarî û radestkirina wî, ji ku tawana wî di nav Almanya de, karvedanên mezin li pey xwe anîbû.

N.O