Zîndana Efrînê hat kontrolkirin û çarenivîsa Apo ne diyar e

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest datînin ser zîndana navendî ya Efrînê, lê çarenivîsa girtiyên tê de ne diyar in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê dest datînin ser zîndana navendî ya Efrînê, lê çarenivîsa girtiyên tê de ne diyar in.

Li gor ajansên opozîsyona Sûriyê, piştî şer û pevçûnên bi YPGê re, îro çakdarên opozîsyona Sûriyê zîndana navendî ya Efrînê kontrol kirin, bêyî ku hejmara kuştî û birîndaran diyar bike.

Li gor hevjîna Serkirdeyê PDK-Sê Ebdilrehman Apo berî demekê  ji K24ê re dabû zanîn, ku hevjînê wê di zîndana navendî ya Efrînê de girtî bû û çend caran asayişa Efrînê rê dabûn wê ku serdana wî li wê zîndanê bike.

Şeva bûrî û berî zîndana Efrînê ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve bê kontrolkirin, li tûra civakî hatibû belavkirin ku endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Ebdilrehman Apo hatiye berdan, lê di pêwendiyeke K24ê ji malbata Ebdulrehman Apo re, tekez kirin ku Apo hîna negihîştiye malê û çarenivîsa wî ne diyar e.

Zîndana navendî ya Efrînê li ser gundê Maratê û 2 K.M li rojavayê Efrînê dike, girtiyên sivîl ên tawanên cuda cuda tê de diman. Herwiha hin girtiyên siyasî jî tê de dihatin girtin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê îro ketiye roja 57emîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gotibû, di demeke nêzîk de ewê derbasî navenda bajarê Efrînê bibin. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di nav 3 rojên derbasbûyî de bêtirî 150 hezar sivîl ji bajarê Efrînê koçber bûne.

Serkirdeyê di PDK-Sê de Ebdilrehman Apo roja 12 Tîrmeha 2017an ve ji aliyê asayişa Efrînê ve hatibû binçavkirin. Tê zanîn jî Ebdilrehman Apo bêhtirî ji 7 caran e ji aliyê asayişa Efrînê ve tê binçavkirin.

Rêxistina PDK-Sê ya Efrînê ku di gelek daxuyaniyanan diyar kiriye jî, endamên wê partiyê Ehmed Sîdo ji 10 Îlona 2013an ve û parêzer Îdrîs Elo ji 8 Mijdara 2013an ve ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser a Efrînê ve hatine girtin û ta niha çarenivîsa wan ne diyar in.

 

S. B