Tirkiye bav û dayîka şervaneke HSD'ê binçav dike

Dayîk û bavê şervana HSDê Ayşe Denîz ya bi eslê xwe Tirk e û di bûyerên Parka Gezî ya Tirkiyê de weke "Keça Milpêça Sor" dihat naskirin, hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dayîk û bavê şervana HSDê Ayşe Denîz ya bi eslê xwe Tirk e û di bûyerên Parka Gezî ya Tirkiyê de weke "Xwediya Milpêça Sor" dihat naskirin, hatin girtin.

Ayşe Denîz piştî bûyerên Parka Gezî ya Stenbolê tevlî PKKê bû û herî dawî çû Sûriyê tevlî şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bû. Ayşe Denîz dawiya meha borî li Reqayê di encama pevçûneke ligel çekdarên DAIŞ'ê canê xwe ji dest da.

Hefteya borî cenazeyê Ayşe Denîz li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin. Dayîk û bavê wê jî tevlî merasîma veşartinê bibûn.

Piştî dayîk û bavê Ayşe Denîz ji Kobanê vegeriyan, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin binçavkirin.