Rewşa Awarte tê dirêjkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewşa Awarte ya li Tirkiye ku 19ê Tîrmehê diqede, 3 mehên din tê dirêjkirin. Daxwaznameya dirêjkirina Rewşa Awarte pêşkeşî Serokatiya parlementoya Tirkiyê hate kirin.

Herweha tê çaverêkirin ku, civîna Konseya Ewlekarî ya Tirkiyê yak u îro dicive jî pêşniyara dirêjkirina Rewşa Awarte bike. Di nav hefteyê de Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim daxwaza dirêjkirina Rewşa Awarte anîbûn ziman.