Êzidiyên Rojava “Çarşema Sor” pîroz dikin

Piştî ku Şingal li ser destê Pêşmerge hat rizgarkirin û li Iraq û Sûriyê hat jinavbirin, niha Êzidiyan dest bi jiyana asayî kiriye. Êzidiyên Rojavayê rêwresm û cejnên olî pîroz dikin, yek ji wan cejnan “Cejna Carşema Sor e” ku îro ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Şingal li ser destê Pêşmerge hat rizgarkirin û li Iraq û Sûriyê hat jinavbirin, niha Êzidiyan dest bi jiyana asayî kiriye. Êzidiyên Rojavayê rêwresm û cejnên olî pîroz dikin, yek ji wan cejnan “Cejna Carşema Sor” e dikeve îro.

Malbata Şemo li bajarê Tirbesipiyê yê Rojavayê Kurdistanê amadekariyên xwe ji bo pêşwaziya cejina çarşema sor dikin, hêkên rengereng û şêraniyê li goristana "Diyarê Felekê" li ser kesên beşdar belav dikin .

Êzîdî dibêjin di riya cejin û rêwresmên olî re hebûn, pîrozî û hêza xwedê tên diyar kirin. Li bajarê Tirbespiyê Kurdên Êzîdî amadekariyên xwe ji bo pêşwaziya serê sala nû ku bi navê çarşema sor tê naskirin dikin.

Malbata Şemo di sibeha roja Sêşemê de hêkên kelandî yên rengereng, şekir û mêwe amade kirine da ku bi xwe re bibin goristanê weke rêwresmên êvara Çarşemê.

Beriya cejinê Êzîdiyên, bajarê Tirbêspiyê serdana goristana "Diyarê Felekê" dikin, her kes şêranî û mêweyên xwe li vê deverê dicivînin û careke din ew têne dabeşkirin, daku li kesên beşdar û kes û karên van Êzîdiyan were belav kirin bi mebesta ku xêra sala nû bikeve her malê de. Şikenandina hêkan lîstokeke serekeye di vê rojê de, hêk li hev têne xistin û yê ku hêka wî bişke, hêka xwe dide yê din.

Li gorî mîtolociya Êzîdî, xwedanê mezin di Çarşema pêşî ji meha Nîsanî de afrandina cîhanê bi dawî kir, loma dibêjin: Çarşem rojeke fazil e, Tawsî Melek zeyindibû ji eşiq û dil e, para wî tê tune ye kesê jê xafil e.