Perlemanterekî Îranî: Tiştê li Xûta Rojhilat dibe, komkujî ye

Mehmûd Sadiqî: Tiştê li Xûta Rojhilat diqewime, mîna wan kumkujiyan e, ku li Mianmarê li dijî misilmanên Rohînga tên kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyeke bêmînak de, perlemanterekî Îranî rexne li êrîşa hêzên Hikûmeta Sûryê kir ku bi piştevaniya milîsên Îranî êrîşî Xûta Rojhilatê Şamê dikin û got: "Tiştê li Xûta dibe, komkujî ye di mafê misilmanan de".

Perlemanterê refformxwaz yê Îranê Mehmûd Sadiqî li ser Twittera xwe nivîsî ye: "Tiştê li Xûta Rojhilat diqewime, mîna wan kumkujiyan e, ku li Mianmarê li dijî misilmanên Rohînga tên kirin".

Mehmûd Sadiqî rexneyên tund li medya fermî ya Îranê jî kir, ku kiryarên li Xûteyê tên kirin belav nakin.

Xûteya Rojhilat ku wek dawîn asêgeha hêzên opozisyonê li nêzîkî Şamê tê naskirin, ev bûn 7 roj, rastî êrîş û bordûmaneke tund ji aliyê Hêzên Hikûmetê û alîgirên wê ve tê, li gorî raporên ji wê deverê tên belav kirin, hêzên Hikûmetê bi encamdana komkujiyan li dijî sivîlan tên tometbarkirin.   

N.O