Berpirsekî pile bilind yê YNK dest jikar kişand

Letîf Şêx Umer: Heger name bê qebûlkirin ya na, ez rijd im li ser biryara xwe û ez dest jikar berdidim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berpirsê navenda (1)ya rêxistina Silêmaniyê, Letîf Şêx Umer dest jikar kişand.

Di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, Letîf Şêx Umer ragihand, ji roja 26ê Adarê ve, wî, nameya destjikarkişanê radestî polîtbîroyê kiriye.

Got jî: "Heger name bê qebûlkirin ya na, ez rijd im li ser biryara xwe û ez dest jikar berdidim".

Derbarê sedema wê biryarê, Letîf Şêx Umer got: "Pêwendiya desjikarkişana min bi kêşeyên siyasî re tine ye, piştî çar salan ji mana min di vî postî de, niha ez dixwazim derfetê bidim kesekî din ku vî postî werbigire".

N.O