Xelkê Efrînê: Em Kurd in bajarê xwe ji Tirkiyê re vala nakin
K24 – Efrîn
Bajarokê Cindirêsê ya Efrînê ji destpêka êrîşa Tirkiyê ve tê bombebaran û topbarankirin û beşek mezin ji xanî û malên welatiyan hatine rûxandin. Xelkê Cindirêsê ji K24ê re dibêjin, Tirkiye bi hemû cureyên çekdan êrîşî Cindirêsê dike û gelek ziyanên canî û madî çê bûne, lê tevî wê jî ew Kurd in û bi ti awayekî ji bajarê xwe dernakevin.