Geştên esîmanî ji Diyarbekir û Dîlokê rasterast tên Hewlêrê

Rêhewaya Tirkiyeyê, di 21'ê Adarê de ji Diyarbekir û Dîlokê ji bo Hêwlêrê dest bi geştên esîmanî yên rasterast dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêhewaya Tirkiyeyê, di 21'ê Adarê de ji Diyarbekir û Dîlokê ji bo Hêwlêrê dest bi geştên esîmanî yên rasterast dike. Bazirgan û acenteyên Diyarbekirê ji biryarê kêfxweş in û amaje dikin ku dê ev gav ji bo çûnehata karsaz, geşteger û nexweşan, karhêsaniyê çêbike û aboriya herêmê jî geş bike.

Piştî hewildanên dûvdirêj ên Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê; ji Diyarbekirê û Dîlokê ji bo Hewlêrê û ji Hewlerê jî ji bo her du bajaran, geştên rasterast di 21'ê Adarê de dest pê dikin. Di hefteyê de dê 3 geştên beramberî hev û din hebin. Serokê Komeleya Danasîna Çand û Geştyariya Diyarbekirê Edîp Paçal da zanîn ku bi destpêkirina geştên rasterast, dê qadên aborî û geştyariyê yên bajêr geş bibin.

Edîp Paçal ji K24ê re got: "Li Herêma Kurdistanê ji 400 hezaran zêdetir kesên ji Bakûr kar dikin hene. Destpêkirina geştên rasterast dê ji bo çûnehata van kesan karhêsaniyê çêbike. Aborî dê geş bibe. Dema ku karsaz bi hêsanî werin û herin, dê zêdetir razemeniyê jî bikin. Em bawer dikin ku destpêkirina geştên rasterast dê bandoreke erênî li geştiyariya bajêr jî bike."

Geşta pêşîn 21'ê Adarê roja Pencşemê ji Diyarbekir û Dîlokê ji bo Hewlêrê dest pê dike. Her wiha rojên Sêşem, în û Yekşemê jî dê geştên rasterast hebin. Bihayê bilêdan derdora 100 Dolarî ye. Ehmed Sevîm bilêdên balafiran difiroşe. Li gorî ku Sevîm dibêje; di nav 2 rojan de ji sedî 25'ê bilêdan hatine firotin û ew heta 21'ê Adarê çaverê ne ku ji %90'ê bilêdan werin firotin.

Ehmed Sevîm dibêje: "Ji ber aloziyên li Rojhilata Naverast, geştên rasterast ên di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de rawestiyabûn. Vê yekê bandoreke neyînî li bazirganiya herêmê kir. Jûra Bazirganiya me bi berpirsên rêhewaya Tirkiyeyê re civiyan û ev pirgirêk çareser kir. Acenteyên ku bilêdan difiroşin mexdûr dibûn, nexweş û karsaz jî mexdûr dibûn, lê ez bawer dikim bi destpêkirina geştên rasterast dê ev mexdûrbûn jî ji holê rabin."

Piraniya malên ku di kargehên Mêrdîn, Diyarbekir, Semsûr, Dîlok û Rihayê tên hilberîn, ji bo bazara Kurdistan û Rojhilata Naverast tên hawirdekirin. Bi destpêkirina geştên rasterast tê çaverêkirin ku karsaz li Kurdistanê razemeniyên zêdetir bikin. Ji aliyê din ve ji bo ku ji Diyarbekirê ji bo Qibrisê jî geştên rasterast dest pê bikin, hewildan didomin.