Îran: Ji bo danûstendinan bi Amerîka re mecên me hene

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, ji medya Almanî re ragihand, ku welatê wî di bin ti fişaran de danûstendinan li gel Amerîka nake.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, ji medya Almanî re ragihand, ku welatê wî di bin ti fişaran de danûstendinan li gel Amerîka nake.

Cewad Zerîf diyar kir, ji bo destpêkirina danûstendinan li gel Amerîka, mercên Îranê hene, yekem merc jî, divê Amerîka li rêketina etomî vegere.

Di dema derbasbûyî de, serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû, ku ew amade ye li gel berpirsên Îranê bicive.

Herwiha dengoyek heye behsa wê yekê dike, ku biryar e, di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê, serokê Îranê Hesen Rûhanî li gel serokê Amerîka Donald Trump bicive, lê heya niha Îran vê yekê red dike.

N.O