HDP 41 namzet aşkere kirin

Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên şaredariyan namzetên xwe yên 13 bajar û 28 bajarokan aşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokartîk  a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên şaredariyan namzetên xwe yên 13 bajar û 28 bajarokan aşkere kir.

Berdevkê HDPê Saruhan Oluç di derbarê hilbijartinên şaredariyan de di konferanseke rojnamevanî de namzetên 13 bajar û 28 bajarokan a partiya xwe aşkere kir.

Li gor daxuyaniya Saruhan Oluç namzetên  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, Namzetê  Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî  Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ne. Herwiha ji bo bajarên wek Mûş: Sîbel Genç û Siri Sakik, Êlih: Songul Korkmaz û Sebrî Ozdemîr, Bitlîs: Zekiye Îlbasan û Farûk Îşler, Qers: Ayhan Bilgen û Hatîce Orhankazi ne.

 

S. B