Tenduristiya Efrînê: Di êrîşa Tirkiyê de gaza Klor bi asteke bilind heye

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê ragihand, ew amade ne ji bo diyarkirin û tekezkirina bikaranîna artêşa Tirkiyê ji çekê kîmawî di êrîşa li ser gundê Erendê de ligel her aliyekî kar bikin.
kurdistan24.net

K24 – Efrîn

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê ragihand, ew amade ne ji bo diyarkirin û tekezkirina bikaranîna artêşa Tirkiyê ji çekê kîmawî di êrîşa li ser gundê Erendê de ligel her aliyekî kar bikin.

Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê derbarê bikaranîna artêşa Tirkiyê ji çekê kîmawî re di êrîşa li gundê Erendê ya navçeya Şiyê de, ku di encamê de 6 welatî bi wî çekî nexweş bûn, konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Rêvebirê Nexweşxana Avrîn Dr. Xelîk di konferansê de aşkere kir, li gor rapora taqîgeha navenda Efrînê gaza Klor bi asteke bilind di axa devera ku êrîş lê hatiye kirin de heye. Herwiha hin nimûneyên ji axa deverine din jî hatin taqîkirin, lê ti madeyeke kîmawî tê de diyar nebûye.

Dr. Xelîl Sebrî got jî, ew amade ne pêşwaziyê li her aliyekî bikin ku dixwazin bên li devera ku êrîşa kîmawî lê hatiye bikaranîn lêkolînê bikin, yan jî ewê ji wan aliyan re hin nimûneyan ji bo taqîkirinê bişînin.

Herwiha Dr. Xelîl Sebrî got, xizmeta bijîşkî ya destpêkî li cem wan heye, lê encamên kîmawî yekser li ser nexweşan diyar nabin, piştî ku madeya kîmawî xwe di laşê nexweş de bicih dike, bêhtir rewşa nexweş giran dibe.