Behrên: Îran bûye metrisîyeke mezin li ser navçeyê

Behrên: Teqandina xeta petrolê ya di navbera Siûdiye û Behrênê de, kiryareke têkderane û terorîstî tirsonek bû û îro agirê bi wê hêlê ketibû, hat kontrolkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Behrênê Xalid bin Ehmed Al-Xelîfe ragihand, Îran bûye metrisîyeke mezin li ser navçeyê.

Al-Xelîfe got: "Bizava teqandina hêla petrolê ya di navbera Siûdiye û Behrênê de, pîlaneke Îranî ye, amanca wê tirsandina welatiyan û ziyandana pîşesaziya petrola cîhanî ye."

Îro wezareta navxwe ya Behrênê ragihand, sedema şewitandin û teqandina xeta petrolê ya di navbera Siûdiye û Behrênê de, kiryareke têkderane û terorîstî tirsonek bû û îro agirê bi wê hêlê ketibû, hat kontrolkirin.

Herweha ragihand ku tîmên berevaniya sivîl yên Behrênê, karîn di demeke gellekî kin de agir kontrol bikin, zelal jî kir ku, piştê lêkolînê, eşkere bûye ku, ew agir û teqîn ne ji xwe ve bûye, û dest li pişt hene.