Qasim Silêmanî bidawîhatina DAIŞê ragihand

Silêmanî di nameyekê de ji rêberê bilind ê şoreşa Islamiya Îranê re Elî Xamineyî re, bidawîhatina DAIŞê ragihand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê feyleqa Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Silêmanî, di nameyekê de ji rêberê bilind ê şoreşa Islamiya Îranê re Elî Xamineyî re, bidawîhatina DAIŞê ragihand.

Ajansa Tesnîm a Îranî, îro 21/11/2017an, naveroka nameya Silêmanî ji Xamineyî re belav kir û têde Silêmanî bi awayekî fermî nûçeya bidawîhatina serdema DAIŞê radigehîne.

Nameya Qasim Silêmanî, piştî kontrolkirina bajarokê El-Bûkemal hat, ku berî du rojan, operasyona kontrolkirina El-Bûkemal, bi serperiştiya Silêmanî û bi beşdariya artêşa Sûryê, Supay Pasdaran a Îranê, milîsên şî'e, Hizbullaha Lubnanî û Heşda Şeibî ya ser bi Îran ve, bi kontrolkirina tevahiya wî bajarokî bidawî hat.