Li Serê Kaniyê kesek bi guleyeke artêşa Tirkiyê hat kuştin

Welatiyekî Kurd li bajarê Serê Kaniyê bi guleyeke artêşa Tirkiyê hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatiyekî Kurd li bajarê Serê Kaniyê bi guleyeke artêşa Tirkiyê hat kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Cizîrê da zanîn, Welatiyê bi navê Ehmed El-Îsa ku temen 27 salî ye û ji gundê Keşto yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ye bi guleyeke artêşa Tirkiyê hate kuştin.

Li gorî Peyvdarê Nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê, di demjimêr 9:30 sibehê de guleyek li pişta wî ket û di sîngê wî re derket û dema hate veguhestin nexweşxaneya bajêr, jiyana xwe ji dest dabû.

Ehmed El-Îsa yê 27 salî li gundê Kaşto karê boyaxê kar dikir û xêzandar e û keçikeke wî ya biçûk heye.

Duhî jî li Serê Kaniyê zarokekî 10 salî bi navê Ebdilkerîm Nezal birîndar li nêzîkî sînor di encama gulebarana artêşa Tirkiyê de birîndar bû û niha rewşa wî zarokî cîgir e.

S. B