Erdogan: Di dema me de azadî li rojhilatê welêt pêş ketiye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan da xuyakirin, nêzîkatiya wan li hember 82 milyon welatiyan wek hev e, tu cudahiyê naxin navbera Kurd, Tirk, lazan û ol û bawermendiyan. Di demê wan de asta azadiyê li bakurê Kurdistanê pêş ketiye û bêcudahî hemû cure xizmetguzarî gihandine wan deveran.

K24 – Navenda Nûçeyan

Erdogan li Stenbolê li Koşka Dolmabahçe di hevdîtinekê ligel xwendekarên zanîngehan de got: “Di warê azadiyan de, heta ku ev birayê we bibe desthilat, li rojhelat tabelayek bi Kurdî nebû. Welatî nedikarîn di zîndanan de bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Ew azadî di dema me de hatin. Di warê maf û azadiyên bingehîn de me pêşiya tu kesî negirtiye û em rê nadin kes bigre. ”

Got jî: “Mijara terorê cuda ye, em di vê warê de hestiyar in. Niha li hemû bajarên rojhelat zanîngeh hene. Li Colemêrg, Mûş, Îdir û Agiriyê hene. Ji tendirustî heta perwerde her cure xizmetguzarî me gihandine. Em wek dewlet xizmetkarên 82 milyon welatiyan in. Dê ev gav berdewam bikin û rojên aramtir li benda me ne.”

S. B