Çavdêr: Kabîneya nû, kesên nêzîkî Erdogan in

kurdistan24.net

K24 – Enqere

Di kabîneya hikûmetê de guherîn çima hat kirin û ev guherîn tê çi wateyê? Ew tiştên ku dihatin çaverêkirin çi bûn? Rojnemager û çavdêrên siyasî guherîna encûmena hikûmeta Tirkiyê nirxandin.

Karvedan û nîqaşên derbarê guherîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê de berdewam dikin. Bi boçûna rojnameger Cem Gurbetoglu kabîneya nû ji wan kesên ku nêzîkî Erdogan in hatiye hilbijartin. Ev kabîne jî dide nîşan ku wê di polîtîkaya derve de, di çareseriya kêşeya Kurdî û kêşeya demokrasiyê de digel meselaya Rewşa Awrate wê heman rêbazên ku heta niha dihatin meşandin berdewam bike.

Li gorî Gurbetoglu digel vê yekê reaksiyon jî hene, derbarê dirêjahiya Rewşa Awarte, çaresernekirina kêşeya Kurdî, kiryarên antî-demokratîk, girtina rojnameger û siyasetmedaran de ku nayê zanîn bê wê kabîneya nû van meseleyan çawa çareser bike.

Rojnameger û çavdêrê siyasî Cem Gurbetoglu ji K24ê re got: "Wek mînak derûdorên sermayedaran çaverê dikir ku kabînekeye hê pejinkar û nerm bê damezrandin, ji bo çi, ji bo ku karibe wê rageşiya bi Kurdan re hem li Sûriye û hem jî li Iraqê kêmtir bike û dawî li wan qeyranên bi Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê re bîne ku bingeha wan qeyranan zêdetir bi Rojhilata Navîn ve girêdayîne."

Li gorî rojnameger û çavdêrê siyasî Yaşar Aydin jî di kabîneyê guherîneke berbiçav nîn e ku wê karibe bandora xwe li ser siyaseta Tirkiyê bike. Bi vê kabîneyê wê rewşa heyî bê berdewamkirin. Ev kabîne ne kabîneyeke wisa bi hêz e ku karibe heta ber bi hilbijartinên sala 2019an berdewam bike.

Yaşar Aydin dibêje: "Erdogan dixwaze bi vê qebîneyê wext qezenç bike û hevkêşeya heyî biparêze. Bi baweriya min di destpêka sala 2018an de wê 3 navên din bên guherandin. Ji ber ku ev kabîne ne xwedî wê erkê ye ku karibe bi wan gavên Erdogan û AKPê yên derbarê guherîna polîtîkayên hem li hûdir hem jî li derve hevaheng tevbigere û wê dînamîzmê jî ava bike."

Li gorî pisporan jî, Erdogan hem li hundir hem jî li derve desteteng ketiye. Bi taybetî di rûdanên li Rojhilata Navîn de. Polîtîkayên Sûriye û Iraqê kiriye ku li derve Erdogan bitengije. Bi ser de jî Qeyrana Welatên Kendavê rû daye. Di vê qeyranê de jî Erdogan û Qatar bi tena serê xwe mane.

Pispor dibêjin li hidûrû jî kêşeyên ciddî yên aboriyê û rageşiya ku ji ber meşa edaletê peyda bûye heye. Li Erdogan jî ferz bûye ku di meha îlonê de manevrayekê bike û gavên ku karibe hem hindirû rehet bike û hem jî derve biavêje. Ev kebîne jî têra avêtina van gavan nake. Loma egera wê yekê heye ku bi vê kabîneyê siyaseta tundiyê berdewam bike.