Cêgirê serokê Emerîka sitayîş a Herêm a Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî, serok wezîr ên Herêm a Kurdistanê û Mayîk Pins, cêgir ê serok ê Emerîkayê di peywendîyek a telefonî de, gêngeşe li ser dawîn pêşhatên ên asayîşî li dever ên arîşe li ser û pirose ya sîyasî ya Herêm a Kurdistanê kirin.

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, serok wezîr ên Herêm a Kurdistanê û Mayîk Pins, cêgir ê serok ê Emerîkayê di peywendîyek a telefonî de, gêngeşe li ser dawîn pêşhatên ên asayîşî li dever ên arîşe li ser û pirose ya sîyasî ya Herêm a Kurdistanê  kirin.

Di peywendîyek a Telefonî de ku duhî êvarê, Pêncşembîyê, 25/4/2019 hat encamdan. Nêçîrvan Barzanî tekez  li ser giringî ya berdewambûn a alîkarî ya Emeîkayê kir bo akincîbûn a asayîş û aramîyê li dever ên arîşe li ser û rê xweşkirin bo vegerrandin a zêdetir ji yek milyon koçber û penaber ên Îraqî bo dever ên wan, ku heya niha di kamp ên Herêm a Kurdistanê mane.  Herweha puxteyek pêşkeş kir li ser dawîn hewl û danûstandin ên pêkanîn a kabîne ya nû ya hikumet a Herêm a Kurdistanê û peywendî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirin a arîşeyan li ser binema yên destûrî.

serokê wezîran pêzanîn ên Herêm a Kurdistanê nîşanda bo Emerîkayê, li  ser piştîvanî û alîkarî ya wê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirî li şerê dijî terorê. Herweha tekez jî kir li ser giringî ya hevpişkî, berdewamî ya alîkarîyê û hemahengîyê di navber a herdû alîyan de.

Di  beranaber de, Pins stayîş a Nêçîrvan Barzanî, hikumet a Herêm a Kurdistanê, rola Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kir bo vehewandin û vegirtin a aware û penaberan  li Herêm a Kurdistanê û paraztin û berevanîyê li pêkhate yên olî û neteweyî ku hevrûşî teror a Daişê bibûn.

Herweha serexoşî li malbat ên şehîd ên Pêşmerege û qurbanî yên terorê kir.

Di pişkek a dî ya axivtinê de, Pins tekez kir li ser alîkarî û hevahengî ya Herêm a Kurdistan û Îraqê li gel Emerîkayê bo rûbirûbûn a metrsîyên terorê ku hêj gefê li Îraqê dike û divêt aramî û akincî ya welat têkbide.