Şanderê Amerîka ji opozisyona Sûryê re: Em li ser bingeha biryara 2254 kar dikin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê taybet yê Amerîkya ji bo doseya Sûryê James Jeffrey îro li Siûdiyê li gel serokê Desteya Danûstendinan a Opozisyona Sûryê Nesir Herîrî civya û tekezî li ser çareseriya siyasî kirin.
James Jeffrey piştî civîna wî li gel Nesir Herîrî got: Amerîka piştevaniya hemû bizavan dike, ku ji bo aştî û çareseriyê tên kirin û eşekere kir, ku bingeha karên Amerîka li ser biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî ava bûye, ku ew biryar kar li ser veguhestina siyasî û danîna destûreke nû û encamdana hilbijartinan dike.
Biryar e şanderê Amerîkî di vê geşta xwe ya herêmî de, ji bilî Siûdiyê serdana her yek ji Qeter û Tirkiyê jî bike.
N.O