Heşda Şeibî gundên Xurmatû topbaran dike

Welatiyên wê navçeyê ji nûçegihanê Kurdistan24ê re ragihandin, çekdarên Heşdê herî zêde gundên Qom Pelk û Quşelan topbaran dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, ji sibeha îro ve çekdarên Heşda Şeibî bi awayekî bêserûber, gundên navçeya Dawde ya ser bi Xurmatû ve topbaran dikin, di encama wê êrîşê de çendîn malbatên Kurd ji wê deverê mişext bûne.

Hin welatiyên wê navçeyê ji nûçegihanê Kurdistan24ê re ragihandin, çekdarên Heşdê herî zêde gundên Qom Pelk û Quşelan topbaran dikin.

Ji aliyê xwe ve peyvdarê qayimqamiya Xurmatû Mihemed Fayiq, ji Kurdistan24ê re got: "Heya niha topbaran berdewam e û tirs û tevliheviyeke mezin li wê deverê çêkiriye".