Amerîka leşkerên xwe li Minbicê zêde dike

Piştî Tirkiyê çendîn car in gefên êrişkirina li ser Minbicê xwar, leşkerên Amerîkî li wê navçeyê rojane çavdêriya sînorên di navbera Encûmena Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Mertala Ferêt û artêşa Tirkiyê de dikin. Herwiha hejmara ji leşkerên Amerîkî jî li wê navçeyê hatine zêdekirin.
kurdistan24.net

K24 – Minbic  

Peyvdarê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîs di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Hatina hêzên Amerîkî bo Minbicê peyamek e ji her kesê ku bixwaze êrîşî li ser Minbicê bike re ye. Di vê derbarê de em dixwazin vekirî bibêjin ku, jixwe berê hevpeymaniya me Hevpeymaniya Navdewletî berfereh bûn, piştî gefên vê dawiyê jî di asteke bilind de hevkarî berdewam e.”

Di heman demê de, leşkerên Amerîkî xalên xwe li bakurê Minbicê zêde kirine. Li gor fermandariya li eniya şer, hêzên Amerîkî bi rojane li dirêjahiya çemê Sacûrê çavdêriyê dikin.

Fermandarê eniyê şerê çemê Sacûrê Xelîl Alî ji K24ê re got: “Berê leşkerên Amerîkî rojekê erê rojekê na dihatin, lê niha bi rojane tên û xal bi xal digerin, car caran ta sibê jî dimînin û çavdêriyê dikin, ji bo parastina eniyê.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di daxuyaniyên xwe de gefa berdewamiya operasyona li dijî Efrînê ta Minbicê dixwe û daxwaz ji hêzên Amerîkî kir ku hêzên xwe ji Minbicê vekişe.