Li Tirkiye 18 hezar û 632 kes ji kar hatin dûrxistin

Li gel dûrxistina wan kesan, 12 komele, 3 rojname ku du ji wan Kurdî ne û televizyonek jî hatine girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya biryarên Rewşa Awarte de, bêtirî 18 hezar kesên din li Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin.

Di biryareke nû de li Tirkiyê, 18 hezar û 632 kes, ji sazî û rêxistinên cuda, ji kar hatin dûrxistin û 148 kes jî vegeriyane ser karên xwe û biryara dûrxistina wan kesan, di rojnameya fermî de hat belavkirin.

Li gorî wê biryarê, 12 komele, 3 rojname ku du ji wan Kurdî ne û televizyonek jî hatine girtin.

Kesên ji kar hatine dûrxistin, ji artêş û rêveberiya ewlekariyê û hêzên bejahî û deryayî û ezmanî û hejmarek ji efserên piledar in.

Herwiha hin jêderên haydar diyar kirin, ku hejmarek ji dadwer û akademîsyen jî di nav wan kesan de hene ku jikarên xwe hatine dûrxistin.

N.O