Amerîka daxûyaniya HSD red kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxuyaniyeke Hêzên Sûriya Demokrat derbarê man a Hêzên Amerîka li Bakurê Sûriyê  bo demeke dirêj red kir.

Heather Nauert tekez kir ku, Hêzên Amerîka dê li Sûriyê û Îraqê bimînin, heta ku DAIŞ li wan welatan hebe.

Nauert red kir ku, Hêzên Amerîka bo demeke dirêj li Sûriyê yan bakurê Sûriyê bimînin, ko Amerîka niha dixwaze xelkê wê deverê serkirdayetiya xwe bike.