Kirîzên herdu aliyan Erdogan û Ebadî lihev civandin

Nivîsgeha Ebadî: Di serdanê de, wê başkirina pêwendiyên herdu welatan û pirsên girêdayî av, karebe, tendirustî, pîşesazî, veberhênan, ewlehî û çend pirsên din ên hevbeş bên gotûbêjkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî gihiştina wî ji bo Enqera paytexta Tirkiyê, serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, derbarê pirsên siyasî, abûrî, ewlehî û mijarên hevbeş civînek lidar xistin.

Di dema birêketina Heyder Ebadî de ji bo Enqerê, nivîsgeha wî ragihand, ku di heyama vê serdanê de, wê başkirina pêwendiyên di navbera herdu welatan de û pirsên girêdayî av, karebe, tendirustî, pîşesazî, veberhênan, ewlehî, rewşenibîrî û çendîn pirsên din ên hevbeş bên gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve, kesatiya siyasî ya Iraqî Izzet Şabender, rexne li serdana Ebadî di vê demê de kir û got: Dema Ebadî derbas bûye û Hikûmeta wî karbirêvebir e, lewra ti giringî ji vê serdana wî re tine ye.

Sibeha îro 14/8/2018an, Heyder Ebadî di kongirekî rojnamevanî de got: Emê gotûbêjan li ser doseyên ewlehiyê, veberhênan û bazirganî û abûriyê bikin.

Hewriha got: Iraq xwediya gellek karînan e û em dixwazin pêwendiyên me li gel welatên cîran ji bo berjewendiya gelê me baş bin.

N.O