Hizbullaha Iraqê gefê li serokwezîrê dahatî yê Iraqê dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serkirdeyê ketîbeyên Hizbullaha Iraqê (Ebû Talib El-Seidî), ku Îran piştevaniya wan dike, gefên tund li serokwezîrê dahatî yê Iraqê kir û got: Heger serokwezîrê dahatî rêzê li xwîna çekdarên me negire, emê erşê wî bînin xwarê.
Ebû Talib El-Seidî di gotarekê de li ber alîgirên xwe got: Ew rêketinên di nav hêzên siyasî de, di Perlemana Iraqê de li ser hin postan çêdibin, eger xwîna çekdarên Hizbullahê neba, ti carî ew rêketin nedibûn.
El-Seidî got jî: Ketîbeyên Hizbullah, niha di nav rêzên Heşda Şeibî de şer dikin û karê siyasî nakin û hemû hêza xwe xistine karê serbazî de, Hizbûlla li ser rêbaza rêberê bilind ê berê yê Îranê, Imam Xumeynî dimeşe.
N.O