ENKS û YNK civiyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiyan,

Îro Desteya Serokatiya ENKS bi Mekteba Siyasî ya Yekîtî re civiyan. Piştî civînê, Endamê Desteya Serokatiya ENKS Feysel Yûsif  di kongreyek rojnamevanî de û di bersiva pirsek peyamnêrê Kurdistan24 de ragihand, civîna wan bi Yekîtî re ya di derbarê Krîza Sûriyê û rojavayê Kurdistanê de erênî derbas bûye.

Berî hefteyekê jî, Desteya Serokatiya ENKS ji bo rewşa, ku niha rojavayê Kurdistanê û Sûriye tê re derbas dibe, bi Serok Barzanî re civiya bûn.

 

 

C.B