Amerîka: Ji bo sizayên Îranê, ti pirsgirêk bi Iraqê re nîn e

Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, derbarê pabendbûna hikûmeta Iraqê bi sizayên li Îranê, ti pirsgirêka bi Iraqê re nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne, derbarê pabendbûna hikûmeta Iraqê bi sizayên li Îranê, ti pirsgirêka bi Iraqê re nîn e.

Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîka bo Karûbarên Îranê Brian Hook di bersiva pirsa K24ê de ragihand, ta bikare elekterîkê ji Îranê bawirde bike, wan bexşîneke taybet dane Iraqê.

Got jî: “Di baweriya me de Iraq bi vî awayî dikare krîza elektirîkê li başûrê Iraqê çareser bike. Iraq hevpeymana me ye û em pabend in bi xweşguzarî û aramiya wî welatî. Bi karê me yê bi Iraqê re xweşhal in.”

Ji roja 5ê vê mehê ve qonaxa duyem a sizayên Amerîka li ser Îranê ket warê cibicîkirinê, Amerîka bi awayekî demkî Iraq ji pabendbûna bi wan sizayên di warê gaz û xwarakê de bexşandiye, bi merca ku bi Dolar bazirganiyê bi Îranê re neke.”

 

S. B