Lavrov: Hêzên me ji Efrînê venekşiyane

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, hêzên wan ji Efrînê venekşiyane û erkê sereke yê wan jî digel Tirkiye û Îranê di derbarê navçeyên kêmkirina şer de berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, hêzên wan ji Efrînê venekşiyane û erkê sereke yê wan jî digel Tirkiye û Îranê di derbarê navçeyên kêmkirina şer de berdewam e.

Got jî, nepabendiya Tirkiyê di hin waran de bi rêkeftinê, bûye sedemê tevgera teroristan û êrîşkirina ser hêzên Rûsya ye.

Lavrov amaje bi wê yekê jî kir, li ser wê pirsê ew di pêwendiyên berdewam de ne ji aliyê dîplomasî û serbazî ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê.