Kompaniyên mezin yên cîhanê li Herêma Kurdistanê vedigerin

Kompaniya Chevron ya Amerîkî: Emê dest bi kolana bîrên nû yên petrolê bikin, bi taybet li nav zeviyê petrolê yê Sarta3 ku ser bi cihê çalakiyên kompaniyê ve ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên ajansa Reutersê, peyvdara kompaniya Chevron Sali Jonz di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku kompanya wan piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, karên xwe li Herêma Kurdistanê rawestandibû, lê niha ewê careke din karên xwe li Kurdistan berdewam bikin.

Kompaniya Chevron ya Amerîkî diyar kir, ku ewê dest bi kolana bîrên nû yên petrolê bikin, bi taybet li nav zeviyê petrolê yê Sarta3 ku ser bi cihê çalakiyên wê kompaniyê ve ye.

Ber niha jî, her yek ji ExxonMobil û Chevron ji zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê vekişiya bûn, lê bi vegera wan kompaniyan rê ji bo hatina kompaniyên din yên Amerîkî xweş dike.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê yên sala 2017an, Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, bi riya rêketinekê li gel çend serkirdeyekî YNK, Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din yên Kurdistanî li derveyî îdara Herêma Kurdistanê xistin bin desthilata xwe de. Wan bûyeran jî gellek alozî li pey xwe anîn û beşek ji kompaniyan karên xwe li Herêma Kurdistanê rawestandin, lê niha beşekî wan kompaniyan li karên xwe vedigerin û zêdebûna piştevaniya navdewletî ji bo Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Iraqeke federal de, heya radeyekê metirsiyan ji ser Herêma Kurdistanê dûr dixin.

 

N. O