“Sizayên li dijî Baydemîr, berûvajî destûra bingehîn e”

Parêzerê Parlemanterê HDPê Osman Baydemîr ji ber sizayê li ser wî bi sedema gotina kurdistan serdana dadgehê kir û ragihand, sizayên derbarê Baydemîr de, li dijî azadiya ramanê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerê Parlemanterê HDPê Osman Baydemîr ji ber sizayê li ser wî bi sedema gotina Kurdistan serdana dadgehê kir û ragihand, sizayên derbarê Baydemîr de, li dijî azadiya ramanê ye.

Parlemanterê HDPê ya Rihayê Osman Baydemîr, bi sedema gotina peyva Kurdistan, sizaya pere û dûrxistin ji rûniştnên perlemantoyê ji bo wî hatibû derkirin.

Li dijî derkirine vê sizayê parêzerê Baydemîr Serdar Çelebî serdana dadgeha destûra bingehîn kir û li dijî van sezayan da xuyakirin, ew sizaya ji bo Baydemîr hatiye derkirin derkirin, li dijî azadiya ramanê ye, ev çend berûvajî destûra bingehîn e û ev biryar binpêkirna yasayê ye, peyva Kurdistan nabe sedema van cure sizayan.

Çelebî di serdana xwe de got: “Sizakirina Baydemîr binpêkirina azadiya ramanên siyasî ye. Sizakirna wî li ser gotna  peyva Kurdistanê nabe mjara gotinê. Gelek mînakên wek wî hene lê serbest hatine berdan.”

 Ji ber gotna peyva “Kurdistan di vir de ye” ku merem jê dil bû, parlemanterê HDPê ya Rihayê Osman Baydemîr ji rûniştnên parlemantoyê hatiye dûrxistin.