Wezareta Derve ya Amerika bersîvên pirsên K24 dide

Di Kongreya rojnamevanî ya heftane de Peyvdara Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert bersivên, pirsên peyamnêra Kurdistan24 li Waşington Laurie Mylroie da

K24 – Navenda Nûçeyan

Di Kongreya rojnamevanî ya heftane de Peyvdara Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert bersivên, pirsên peyamnêra Kurdistan24 li Waşington Laurie Mylroie da.

Liser pirsa: “Wezîrê derve yê Amerika Mike Pompeo ragihand, Kurd li Sûriye hevbeşek mezin ên Amerika ne û Kurd di guftûgoyan de dibin xwedî rol…” Peyvdara Wezareta derve ragihand: “Di vê mijarê de helwêsta me ne guherî ye, Kurd hevbeşên me yên mezin in. Vê yekê jî, jibîr neke gava di Konferansa Rojnamevanî ya Serok Trump di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de, gotî: Mr. Kurd…”

Liser pirsa:  twit a Nauert girêdayî 12 mercên Amerika derbarê dorpêçên Amerika biser Îranê de û destwerdana Iranê di karên navxweyî yên Iraqê û kontrolkirina milişyatan li Iraqê de…

Peyvdara Wezareta Navxweyî diyarkir: “Helwêsta me di vê babetê de ne guherî ye. Amerika ji aliyê xwe ve, destwerdanê di karên navxweyî yên Iraqê de nake. Waşington rêz li serweriya Iraqê digre. Pêwendiyek me gelek baş ligel gelê Iraqê heye”.

 

 

C.B