Macron: Êrîş rewa bû û me Tirkiye û Rûsya ji hev cuda kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Frensa Emmanuel Macron ragihand, wî bawerî li cem serokê Amerîka Donald Trump çêkiriye, ku hêzên Amerîkî li Sûryê bihêle, lê peyvdara Koşka Sipî tekez kir, ku hîn jî Trump rijd e li ser biryara xwe, ku hêzên Amerîkî di zûtirîn dem de, ji Sûryê bikişîne.
Emmanuel Macron ji medya ya Frensî re diyar kir, ku operasyona wan ya serbazî li dijî rêjîma Sûryê rewa û di çarçoveya civata navdewletî de bû, ku sê baregehên çekên kîmawî armanc kirine.
Macron eşkere jî kir, ku bi êrîşa li ser Sûryê wan karîn Tirkiyê û Rûsya ji hev cuda bikin.
Herwiha Serokê Frensa ragihand, ku hefteya bê, wê li Parîsê civînek derbarê Sûryê bê lidarxistin, bê ku aliyên beşdar diyar bike.
N.O