Serok Barzanî ji bo Serokê Firensa: Referandum nayê paşxistin

Serokê firensa Emmanuel Macron, pêwendiyeke telefonî li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam da.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê firensa Emmanuel Macron, pêwendiyeke telefonî li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam da.

Di wê pêwendiyê de serokê Firensa pesnê Kurdistanê da û rola Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de û hewandina mişextan bilind nirxand.

Herweha piştevaniya welatê xwe ji bo "Yekîtiya axa Iraqê" û "Mafên gelê Kurdistan di çarçoveya destûra Iraqê de" da xuyakirin û daxwaza paşxistina referandumê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî sipasiya Serok û hikûmet û gelê Firensa kir ji bo piştevaniya wan ya berdewam ji bo Kurdistanê û got: “Wê referandum di dema xwe ya diyarkirî de bê encamdan û deriyê diyalogê nayê girtin û piştî referandumê wê Kurdistan li gel Bexdayê diyalogê bike.”