Li Amerîka pênc welat ji bo pirsa Sûriyê dicivin

Biryar e civîneke pênc alî bi amadebûna Rûsya û Amerîka li New Yorkê ji bo kirîza Sûriyê wê were li darxistin.

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e civîneke pênc alî bi amadebûna Rûsya û Amerîka li New Yorkê ji bo kirîza Sûriyê wê were li darxistin.

Balyoza Firensa li Moskoyê Sylvie Bermann ragihand, “Di heftiya bê de, her yek ji Rûsya, Amerîka, Birîtanya, Çîn û Firensa, wê li bajarê New Yorkê bicivin ji bo pêkanîna Koma Pêwendiyan derbarê Sûryê.

Bermann got jî: “Em dibînin ku giringe em ber bi qunaxa veguhestina siyasî ve herin, ji bo çarekirina kirîza Sûriyê, û ev yek wê di civînê de, di navbera her pênc welatên endamên hertimî di Encûmena Ewlehiyê de, were gotûbêjkirin.”