723 xanî bo mexdûrên Sûrê hatin belavkirin

Li Diyarbekirê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirê ve bo mexdûrên Sûrê yên xaniyên wan hatibûn ruxandin pişk hate kêşan.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirê ve bo mexdûrên Sûrê yên xaniyên wan hatibûn ruxandin pişk hate kêşan. Di pişkê de 723 xaniyên ku nû hatine avakirin bo mexdûran hatin radestkirin. Mexdûrên Sûrê keyfxweş bûn ku piştî 2 salan gihîştin xaniyên xwe yên nû lê amaje dikin ku mexduriyeta wan bi awayeke rasteqîne nehatiye dabînkirin.

Li Navenda Kongre û Çandê Ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bo mexdûrên Sûrê yên di şerên xendeqan de xaniyên wan hatibûn rûxandin ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirê ve pişka xaniyên nû hat hat li darxistin. Di merasîmê de parêzgarê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû amaje kir ku ew ê hemû mexduriyetên xelkê Sûrê dabîn bikin. Yek ji mexdûrên Sûrê Abdûrahman Esen mifta xaniyê xwe yê nû ji deste parêzgarê Diyarbekir wergirt û amaje kir ku divê di warê qerebûkirina ziyanan de hesasiyeteke mezintir were nişandan.

Mexdûrê Sûrê Abdûrahman Esen ji K24ê re got: "Ev du sal in ku ez karekî nakim û sigortaya min jî nîn e. Ev xanî dan me lê xaniyê min dû qat bû lê qatek tenê dane me."

Gelek mexdûrên Sûrê piştî şerên xendeqan ji neçarî ji Sûrê derketin û demeke dirêj bê cih û war li çareseriyekê geriyan. Yek ji wan jî Hacî Kamil e ku dibêje piştî 2 salan ew ê êdî li gel zarokê xwe di xaniyeke mayînde de bimîne lê di nava 2 salan de ew ji rojên gelek giran derbas bûye.

Mexdûrê Sûrê Hacî Kamil dibêje:"Ev du sal in ku em digerin. Em çûn Batmanê hatin. Em li taxan geriyan. 500 lîre bo piştgiriya kire didan me. Êdî ez neçar im ku herim xaniyê nû de ."

Piştî şerên xendeqan ev cara 6. e ku bo mexduran pişka xaniyan tê kêşan û di pişka 6. de 723 xanî li mexdûran hate belavkirin û li gorî projeye biryare ku  bi tevahî 5 hezar û 637 xanî bo mexdûran werin avakirin  û heta niha 3 hezar û 465 xanî hatine temamkirin.