Amerîka hevdîtina McGurk û Suleymanî red kir

Balyozxaneya Amerîka li Bexda dengoya hevdîtina di navbera McGurk û Qasim Silêmanî red dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozxaneya Amerîka li Bexda dengoya hevdîtina di navbera McGurk û Qasim Silêmanî red dike.

Duhî Rojnameya “aljarida” a Kiwêtî li ser zarê jêderekî agahdar di nava Supaya Pasdarên Îranê de zanyarî wergirtine û belav kir, roja Sêşema bûrî 11 vê mehê Qasim Suleymanî û Brett McGurk bi nehênî civiyan, bo li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê lihev bikin.

Da zanîn jî, McGurg ji Suleymanî xwastiye, divê her du welat pirsgirêkên di navbera welatên xwe de bidin aliyekî û bi hev re kar bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bikin.

Her li gor wî jêderî, Brett McGurk û Qasim Suleymanî lihev kirin ku wê hêla pêwendiyê ya nehênî biparêzin, ji bo rûbirûyên nexwastî çê nebin. Herwiha lihev kirin ku hevahengiyê di wê hêla nehênî re berdewam be ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, ji ber ku Iraqek bê hikûmet dê li ser hemûyan metirsî be.

Derbarê wê hevdîtinê de Berdevkê Balyozxaneya Amerîka li Bexda di Tiwîterekê de ragehand ku, ew nûçe ne rast e û ti hevdîtinên vî awayî nehatine kirin.

 

S. B