Baroya Wanê: Hemû mafên bingehîn tên binpêkirin

Di hefeteya Mafên Mirovan de, çalakvanên mafên mirovan balê dikşînin ku mirov, bi mafên xwe mirov in û li Tirkiyeyê mafên serekî û bingehîn jî di nav de hemû mafên mirovî, tên binpêkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Di hefeteya Mafên Mirovan de, çalakvanên mafên mirovan balê dikşînin ku mirov, bi mafên xwe mirov in û li Tirkiyeyê mafên serekî û bingehîn jî di nav de hemû mafên mirovî, tên binpêkirin. Hiqûqnas û çalakvanên mafan, radigihînin ku ji ber pergaleke hiquqê ya dadwer tune ye, hêz di destê kê de be, bi awayekî kêfî bikar tîne û ji mafê jiyanê, heta xwe îfadekirinê hemû maf di bin gefan de ne.

Hefeteya Mafên mirovan de, şahiyên pîrozbahiya bidestxistina mafan na, lê daxwaz û çalakiyên ji bo bidestxistina mafên mirovan tên lidarxistin. Li bajarê Wanê jî hiqûqnas û aktivîstên mafan, bi daxuyanî û çalakiyan dixwazin balê bikşînin ser binpêkirina mafan û hiqûqeke dadperwerî.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar, bal kişand ku li hemû warê jiyanê binpêkirin hene û hemû mafên bingehîn di bin gefande ne. Ûçar da zanîn ku pergaleke dijberî mafan û bê hiqûqî tê meşandin û dîsa bal kişand ku Tahîr Elçî pêşengekî mafparêzî bû û li nav kolanê hat kuştin, lê ne girtiyekî heye, ne jî pêngavek ji bo pêkhatina dadwerî tê avêtin. Ev nîşan dide ku pergal mafan naparêze, lê yên binpê dikin diparêze.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar: "Em wek Baroya Wanê, ji bo ku bi hemû rêvbiriyên xwe çalak bibin, hewldanekî didin. Ji bo hefteya mafên mirovan jî komisyona me ya mafên mirovan bernameyekî amade kiriye. Em dibînin ku dozgerî û dedgeh, li mafan û mafparêzan xwedî dernakeve, lê ji bo pêkhatina dadwerî jî tu tiştekî nakin. Ev 3 sal in, rehberekî mafê mirovan Tahîr Elçî, hatiye kuştin, lê ti kesek girtî nîn e û ti pêşketin nebûye."

Aktivistên Mafên Mirovan balê dikşînin ku li Turkiyeyê bi giştî binpêkirin hene, lê li heremê ew binpêkirin, di asta herî bilind û zêde de ne. Serokê Komisyona Mafên Mirovan yê Baroya Wanê Cevat Yilmaz jî balê kişand ku wek civakê, aktivîst û çalakvanên mafên mirovan jî, bi binpêkirinan re rûbirû dimînin û dema ku daxuyaniyekî jî didin, bi gelek pirsgirêk û astengiyan re rûqal dimînin.

Cevat Yilmaz got: "Bi taybet jî li vê heremê, mafê jiyanê û xwe îfade kirine jî di nav de, hemû mafên bingehîn tên binpêkirin, em têkoşîn û hewlan didin ku ew binpêkirin neyên kirin, lê mixabin piştî rewşa awarte û bi destûrên ku hatin derxistin, mayîndebûyîna rewşa awarte, binpê kirin, bi awayekî bipergal zêde dibin."

Aktivîstên mafên mirovan radigînin ku jin, zarok û girtî di serî de, mafên takekkesî û civakî bi daneyan jî aşkere ye. Lê ji ber astengiyan zêdetir binpêkirina mafan nayên zanîn û zanîna wan jî tê asteng kirin.