Dema bangeşeya hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê hat eşkerekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona bilind a hilbijartin û raprisiyê li Herêma Kurdistanê, pişk ji bo diyarkirina hejmarên lîstên hilbijartinên Perlemana Kurdistan avêt.
Li gorî encamên pişkavêtinê her hemû lîstên xwe li cem komisyonê tomar kiribûn, hejmara xwe wergirtin, hejmarî jî ji 101 destpê dike:
Tevgera Goran 101
Zehmetkêşan 115
Lîsta Nifşê Nû 120
Tevgera Islamî 131
Hevpeymanî ji bo dîmukratî û dadperweriyê 142
Yekgirtûya Islamî a Kurdistanê 150
Hevpeymana Serbixwe ya Kurdistanê 163
Yekîtî ya Niştmanî a Kurdistanê 171
Partiya Dîmukrata Kurdistanê 178
Hizba Êzdî 182
Partiya Parêzgarên Kurdistanê 189
Lîsta Azadî 190
Komelya Islamî 192
Piştre peyvdarê komisyona bilind a serbixwe ji bo hilbijartin û rapirisiyê li Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar ragihand: "Pişkavêtin bi awayekî zelal hat kirin û di roja 17 vê mehê de bangeşeya hilbijartinan destpê dike.