Soylu: 750 endamên PKK li Tirkiye man e

Wezîrê navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu di seredana xwe ya ji bo Yekîneya Serbazî ya li bajarê Batmanê li bakurê Kurdistanê diyarkir ku, tenê 750 endamên PKK li Tirkiye man e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu di seredana xwe ya ji bo Yekîneya Serbazî ya li bajarê Batmanê li bakurê Kurdistanê diyarkir ku, tenê 750 endamên PKK li Tirkiye man e.

Soylu got: “Em têkoşênek bêhempa lidij rêxistina terorê li çiyayan û zozanan didin. Ev têkoşîna me bi yekîtiya me û duayên me her serdikeve.Rêxistina terorê dema xwe ya herî dijwar dijî. Şikr ji Xwedê re. Dewleta me, siyasiyên me, birêvebirên me yekdest û bi iradeyek xûrt tevdigerin. Niha li tevayiya Tirkiye tenê 750 endamên rêxistina terorê man e”.

 

C.B