Diyalog di nav Hewlêr û Bexdayê de destpê dike

Şêwirmendê serokê Iraqê: Hêvî heye hefteya bê diyalog destpê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya "Alarab" belav kiriye, ji ber hin sedemên navxwe û yên derve, rewşa Iraqê berûvajî bûye û niha Bexda daxwaz dike ku bilez diyalog di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike.

Rojnameyê di raporekê de, di rûpela (3)em a hejmara (10857) ya îro Sêşem 2ê Çileya 2018an, ji ser zimanê jêderekî nêzîkî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, belav kiriye, ku niha guhertin di helwesta Ebadî de çê bûye û ew dixwaze kêşeyên di nav Bexda û Hewlêrê de bilez bên çarekirin.

Li gorî jêderê wê rojnameyê, ji bo destpêkirina diyalogê li gel Hewlêrê, Ebadî dev ji hemû mercên xwe berda ye, li pêşiya hemû mercan, hilweşandina encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê bû, ku di roja 25ê Êlûna 2017an de li Herêma Kurdistanê hat encamdan, ev merc berî niha yê serekî bû li cem Ebadî ku dixwest berî dest bi diyalogê bike, Hewlêr wî mercî bicî bike.

Wek rojnamê behs dike, yek ji wan sedemên ku hiştine helwesta Bexdayê bê guhertin, tirsa Ebadî ye ku xwepêşandan li dijî siyaseta hikûmeta wî derkevin û ji wê yekê ditirse, ku xwepêşandan bigehên tevahiya navçe û parêzgehên Iraqê, wek çawa di dawiya sale de li Silêmaniyê çêbû.

Herweha derketina xwepêşandanan li bajarên Îranê, sedemek din e ji bo helwesta nû ya Bexdayê û ew tirs li cem Ebadî çê bûye, ku ew xwepêşandan berfireh bibin û bi riya bajarên Kurdî bigehêjin Iraqê.

Ji aliyekî din ve, şêwirmendê serokê Iraqê Emîr Kenanî, ji rojnameyê re gotiye: Hemû aliyên Iraqî piştevaniya xwe ji bo destpêkirina diyalogê dane xuyakirin, lê heya niha ti aliyekî destpêşxerî nekiriye ku çavdêriya diyalogê bike.

Hevdem behsa wê yekê tê kirin, ku bîrokeyek heye ji bo pêkanîna komîteyekê ji aliyê serokatiya Iraqê ve û Fûad Masûm, rasterê çavdêriya diyalogê bike.

Kenanî diyar kir, ku hêvî heye hefteya bê diyalog destpê bike.