Peyama Serok Barzanî di roja cîhanî ya lêbûrînê de
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya lêbûrînê peyamek belav kir.
Di peyamê de hatiye: Lêbûrîn û aştî û pêkvejiyan çanda hezarên salan a gelê Kurdistanê ye, gellek bizav hatin kirin daku vî nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî ew çanda gelê Kurd nehat guhertin.
Têksta peyamê:
Lêbûrîn, hevqebulkirin û pesendkirina cudahiyan, ji pîvanên nasîna gel û welatên pêşketî ne, di çarçoveya pirensîpên sereke yên canê demokratiyê de, sedema sereke ya serketin û pêşketina Herêma Kurdistanê, ji bo canê pêkvejiyan û lêbûrînê vedigere, ku dêmeke xweşik û şaristanî daye Kurdistanê û ev yek li navçeyê kêm mînak e.
Lêbûrîn û aştî û pêkvejiyan, çanda hezaran sal a gelê Kurdistanê ye, gellek bizav hatin kirin daku vî nirxê bilind jinav bibin, lê di her rewşekê de jî ew çanda gelê Kurd nehat guhertin û Herêma Kurdistanê her dem wê weke navenda pêkvejiyana tevahiya netew û olan bimîne.
Hemû ol û bihayên bilind ên mirovatiyê, tekeziyê li ser bihêzkirin û kûrkirina pêkvejiyan û lêbûrînê dikin, lewra divê dezgehên me yên perwerde û çandê giringiyeke bêtir bidin vî warî û bi awayekî berfireh handanê li ser vê çandê bikin.
Mesûd Barzanî
16/11/2018
N.O