PYD daxwaza lidarxistina kongirekî netewî dike û PDKS mercan datîne

Sîhanok Dîbo: Banga wî kongirî giştî ye û hemû aliyan li xwe digire û ti VÎTO li ser amadebûna ti aliyekî tine ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevseroka berȇ ya Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD Asya Ebdella, di daxweyaniyekȇ de doza lidarxistina Kongirê Netewî Kurdî li ser astê Rojavayê Kurdistanê kir, daku Kurd bikaribin rastî wan astengiyan bên ku pêşya xwestekên wan tên danîn.

Li ser wê daxuyaniyê, şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo diyar kir, ku banga wî kongirî giştî ye û hemû aliyan li xwe digire û ti VÎTO li ser amadebûna ti aliyekî tine ye û got: Em bihêvî ne ku hemû alî beşdar bibin, ji ber ku ew kongir wê hebûna me misoger bike û di heman demê de jî wê çareyeke demokrat ji pirsgirêkan re bibîne.

Ji aliyê xwe ve, serkirdeyên Partiya Demoqrat a Kurdistan-Sûryê PDKSê didin zanîn ku ti zemîne ji danûstandinan bi PYDê re peyda nebûye û berî ku behsa lidarxistina KOngirekî Netewî bê kirin, divê ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê bên vekirin û girtiyên siyasî bên berdan.

Di navbera PYDê û ENKSê de, gellek xalên nakok hene û berî niha li Herêma Kurdistanê, bi serperiştiya Serok Barzanî, sê rêkevtin di navbera herdu aliyan de hatin îmzekirin, lê heya niha ti xalek ji xalên wan rêkevtinan nehatiye bicîkirin, bi taybet xala avakirina hêzeke serbazî hevbeş, ku ji YPG û Pêşmergên Roj pêk bê û di bin siya serkirdatiyeke hevbeş de kar bike. Li ser bicînekirina wê xalê jî, ENKS tekez dike ku PYDê piştî îmzekirina rêkevtinan li Herêma Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê xalên wan rêkevtinan binpê dike û qebûl nake ku hêzeke hev beş were pêkanîn, PYD jî vê yekê red dike.

N.O