McGurk serdana Reqa kir û xelkê daxwaza alîkariyê kir

Serok û endamên civata sivîl a bajarê Reqayê daxwaz ji nûnerê serokê Amerîka kirin ku alîkariyên bêtir ji bo Reqa û gundewarê wê pêşkêş bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk, seredana bajarê Reqa kir û li gel civata sivîl a wî bajarî civiya.

Li gorî medya ser bi PYDê ve, di civînê de, behsa rewşa ewlekarî û peydakirina xizmetkariyên jiyana rojane ji bo welatiyên bajar hat kirin, herwiha behsa jinû avakirina bajarê Reqa hat kirin.

Her li gorî jêderan, serok û endamên civata sivîl a bajarê Reqayê daxwaz ji nûnerê serokê Amerîka kirin ku alîkariyên bêtir ji bo Reqa û gundewarê wê pêşkêş bike.

Duh 09.07.2018an li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şanda li gel kir, ku ji balyozê Amerîka li Iraq Douglas Silliman û kunsulê wî welatî li Hewlêr Ken Grûs pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, pêşhatên siyasî yên dawî li navçeyê û rewşa Sûryê û dilgiraniyên derbarê pêşeroja gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve, McGurk siyaseta welatê xwe ya li ser guhertinên herêmî û navdewletî û rewşa siyasî û emnî li Sûryê xisterû.

N.O