Piştî gefên Esed, şandeke opozîsyonê gihîşt Qamişlo

Şandek ji opozisyona niştîmanî ya Sûriyê serdana Rojavayê Kurdistanê dike, li gorî endamên wê şandê, dê serdana tevahiya aliyên siyasî yên Kurd bike, da ku nerînên hevbeş bo çareseriya krîza sûriyê bên dîtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Şandek ji opozisyona niştîmanî ya Sûriyê serdana Rojavayê Kurdistanê dike, li gorî endamên wê şandê, dê serdana tevahiya aliyên siyasî yên Kurd bike, da ku nerînên hevbeş bo çareseriya krîza sûriyê bên dîtin.

Şandek ji Bereya Demokrat a Sûrî ya opozîsyona Sûriyê ji Şama paytext gihişt Rojavayê Kurdistanê, ev şand bi navê rikberiya niştîmanî ya hundir tê nasîn. Li gorî serokatiya şandê di programa wan de dê serdana hemû aliyên siyasî yên Kurd bikin. Herwiha dê pêkhateyên civakî jî bibînin.

Şanda şamê diyar kir ku sedema vê serdanê ew e, nerînên hevbeş bên dîtin û rêya diyalogê were vekirin, ji bo dîtina çareseriyek siyasî ji krîza Sûriyê re, nemaze ku ev şand dibîne ku pêwîst e çareseriya Sûriyê divê li ser xaka wê be û li Şamê çareserî bê dîtin, di demekê de ku niha rewşa Sûriyê ber bi guhertinê ve diçe.

Berdevka Bereya Demokrat a Sûrî Meys Kirêdî li ser vê serdanê ji K24ê re got: “Armanca serdanê ew e ku asoyên danûstandinan di navbera aliyên Sûrî de werin vekirin û li ser destkeftên siyasî û leşkerî yên hene rijd bin, da ku lihevhatineke di navebera pêkhate û hêzên Sûrî de çê bibe. Herwiha bibe handanek ji bo çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re, ew jî bi riya destpêkirina danûstandinan di navbera hemû pêkhateyên vî welatî de û aktîvkirina karê siyasî ji ber ku niha dema dariştina destûreke nû ji Sûriyê re ye.”

Biryar e ev şand bi Havbendiya Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) re bicive û paşê wê TEV-DEMê jî bibîne. Hevbendî diyar dike ku nerînên wan dûrî nerînên vê şandê ne, lê ew dikarin hin xalên hevbeş bi hev re peyda bikin û li ser wan gutfûgo bikin û ev nerîn hemû aliyên Sûrî li ser wan erê dikin, ku rêya çareseriyê divê bi beşdariya hemî aliyên Sûrî be.

Serkirdeyê HNKSê Nesredîn Îbrahîm li xalên ku bi wê şandê re digihin hev wiha axivî: “Girêdana kongreyeke niştimanî ya Sûrî ku hemû alî lê amade bibin, anku opozîsyon jî û alîgir  û hevalbendên rêjîmê jî. Em mutefiq in ku dîtinên ku me digihînin hev, çareseriya siyasî. Ev xalên ku me digihîne hev in. Ya din jî em dibînin ku çareserî dê di hundir de û li ser destê Sûriyan be.”

Serdana vê şandê piştî wê yekê tê, daxuyaniyên Serokê Sûriyê û axaftina Wezîrê Derve Welîd Muelim diyar kirin, ew li gel HSDê têkildar in lê hîn tu danûstandin di navbera wan û HSD de çê nebûne